ÇAWA EŞÎRÊN EREBAN PLANA ŞERÊ NAVXWEYÎ LI DÊRA ZORÊ TÊK BIR?

 

 

 

 Parve Bike

TARIQ HEMO

 

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) di 27ê tebaxa borî da, operasyoneka ewlekarî  û leşkerî di bin navê “Xurtkirina Ewlekarîyê” da li hin herêmên rojhilatî ên gundewarên Dêra Zorê, bi armanca têkbirina şaneyên DAIŞê û girtina bazirganên madeyên hişbir û kesên ku wê belav dikin û kesên derveyî qanûnê yên ku zirar gihandine malûmilkên xelkê, dest pê kir.

Hevdemî operasyona “Xurtkirina Ewlekarîyꬔ HSDyê fermandarê berê yê Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed El-Xibîl (Ebû Xewla) piştî bidawîkirina encamên lêpirsîna di tawanên dijî wî yîn wekî  gendelî û bazirganîya madeyên hişbir (taybet kaptagon) û heqareta li dij sembolên civakî û eşîran li herêmê, her wiha bikaranîna serwerî û cihê xwe di şantaj û tirsandina  sivîlan da, girtin. Her wiha, gelek gilî ji şênîyên gundewarê Dêra Zorê derbarê binpêkirinên Ebû Xewla û kesên derdora wî, gihaştin fermandarîya HSDyê, di encamê da HSDyê dest bi lêpirsîneka berfireh kir û hemû belge kom kirin, da ku rêyeka qanûnî bibînin bo deranîna biryara jikarxistina wî bidin.

Rejîm û oposziyon li dij HSDyê dibin yek:

Dema ku nûçeya girtina Ebû Xewla û hin alîgirên wî yên ku beşdarî binpêkirinên dijî sivîlan bûne û qanûn û aşitîya civakî binpê kirin, alava ragihandinê ya rejîma Sûrîyayê û opozîsyona girêdayî Tirkîyayê li dij HSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê dest bi sorkirinê û fitneyê kirin. Êdî ji vir da, bi sedan malper û platformên elektornîkî û televîzyonên girêdayî rejîma Sûrîyayê û opozîsyonê, operasyoneka hevrêzîyê ya belavkirina  xîtaba nefretê û sorkirina xelkê Dêra Zorê li dij HSDyê dest pê kir. Di encamê da, yek xîtab di gurkirin û fitneyê da derket holê, ku bal dikişand ser “komkirina eşîrên ereban” li dij HSDyê  ku wekî hêzên “kurdî” bi nav kirin, da ku hîna zêdetir sorkirin û nijadperestîyê zêde bikin. Her wiha, behsa “destpêkirina eşîran a rizgarkirina herêmê” hat kirin da ku radestî dewletê bikin (xîtaba ragihandina rejîma Sûrîyayê) û şoreşê (xîtaba ragihandina opozîsyona girêdayî Tirkîyayê) kirin. Di heman demê da, bernameyên dîtbarî yên weşana zindî û lezgîn di televîzyon û platformên girêdayî herdu alîyan da hatin belavkirin, da ku heman armancê pêk bînin, bi rêya heman rêbazê di propogandeyê û sextekirina rastîyan û berovajîkirina rastîyên li ser erdê da.

Di heman demê da, bangên şerê navxweyî di xîtaba sorkirina dijî Rêveberiya Xweser û pêkhateyên wê da, hebû. Her wiha nîjadperestîya kesên ku li dij pêkhateya kurd sor dikin derbas kir û gihaşt hemû şênîyên herêma rojhilatê Sûrîyayê, ku ew ji alîyê alavên rejîma Sûrîyayê û dewleta Tirkîyayê ve, bi qirêjtirîn sifet hatin binavkirin.

Li ser erdê jî, rejîma Sûrîyayê dest bi amadekirina milîsên girêdayî Newaf El-Beşîr (dijberê berê ku beşdarî kuştina leşkerên rejîma Sûrîyayê di Serê Kanîyê da bû û niha jî bû girêdayî rejîmê û serokê koma bi navê El-Baqir ku ji alîyê Îranê ve tê destekdan) ku serpereştîya biçekkirina gel dike, kir. Di heman demê da, El-Beşîr li ser televîzyonên sûrîyayî û Îranê û platformên girêdayî wan derket ku gel û eşîr li dij HSD û Rêveberiya Xweser sor dikirin û ferhenga rejîma Sûrîyayê ya“îxanetê” ku di van rewşan da dîyar e, bi kar anî. Her wiha, sazîyên îstixbaratê yên girêdayî HSDyê bi belge kirin ku efserên ji sazîyên branş ên girêdayî rejîma Sûrîyayê û Îranê gihaştin Dêra Zorê, da ku amadekarîyên şerên bê li dij HSDyê bikin û serwerîyê li bejahîya Dêra Zorê û herêmên Rojhilatê Firatê bikin. Lê opozîsyona girêdayî Tirkîyayê jî, wê jî sembolên xwe yên “eşîrî” derxistin, ku heman ferhenga zimanî di sorkirin û fitneyê da bi kar anî, lê hin caran têgehên wekî “vegerandina serwerîya dewletê li ser Dêra Zorê“ û “şerkirina li dij sîxûrên Amerîkayê” yên ku rejîm wan bi kar tîne, veguherandina têgehên wekî “serwerîya şoreşgeran li ser Dêra Zorê” û “şerkirina li dijî PKK/Qendîlê”. Lê tevî vê yekê jî, heta asteka mezin di navbera hemleyên herdu tîman da, hevrêzîyek û lihevkirinek hebû. Lê ji alîyekî din ve jî, komên çekdar ên girêdayî opozîsyona Sûrîyayê ya çekdarî ya ku fermana xwe ji Tirkîyayê digirin (di nava wan da endamên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam/Cebhet El-Nusraya berê), dest bi êrîşa li ser bejahîya Minbic, Tiltemir, Girê Spî, Eyn Îsa û Şehbayê kirin. Di heman demê da, artêşa Tirkîyayê bi awayekî bêserûber dest bi topbarana bajar û gundan kir (zêdetirî 36 êrîşan li gorî HSDyê) û di encamê da ji sivîlan kuştî û birîndar çêbûn, ku di nav wan da jî zarok hebûn.

Ji alîyê siyasî ve jî, serokkomarê Tirkîyayê derbasî xetê bû û dest bi sorkirina pêkhateyên Sûrîyayê li dij hev kir, her wiha daxwaz ji Amerîkayê kir ku destekê li ser HSDyê qut bike û ji herêmê derkeve. Her wiha, Erdogan ji bîr nekir ku behsa bîrên petrolê li Dêra Zorê bike, ku ew jî li gorî xîtaba partîya wî û xîtaba hevkarê wî yê di desthildarîyê (MHP) da ew beşek ji “Mîsaqa Milî”yê ye ango para Tirkîyayê ye û niha ji alîyê Rêveberiya Xweser ve, bêyî tu mafî tê bikaranîn!

Rejîm û li pişta wê Îran û dewleta Tirkîyayê û opozîsyona girêdayî wê û heta Cebhet El-Nusrayê, xwestin sûdê ji bûyerên Dêra Zorê bigirin û destkeftî û armancan pêk bînin, ku ya girîng ji bo wan jî afirandina şerekî navxweyî di navbera kurd û ereban da ku veguhere şerekî navxweyî yê  wêrankirî û lawazkirina HSDyê û têkbirina Rêveberiya Xweser û kontrolkirina Dêra Zorê û gelê wê veguherînin gelekî bê maf, azadî û îrade, wekî rewşa gelê Sûrîyayê yê di hûndir da û li herêmên bakur ku ji alîyê Tirkîyayê ve hatiye dagîrkirin.

Washington bi hevalbendê xwe ra ye û derbasî dîyalogê dibe:

Helwesta Amerîkayê li kêleka HSD di operasyona wê ya paqijkirinê li dij şaneyên DAIŞê û têkoşîna li dij bazirganên madeyên hişbir û kesên dervayî qanûnê bû, her wiha cezakirina hin birêveberên xwecihî û endamên ku li dij vê yekê derketin. Her wiha, Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê, bi serperiştîya Amerîkayê, alîkarîyên meydanî û lojîstîkî ji HSDyê ra pêşkêş kir, ev yek jî nîşan dide ku Hevpeymana Navdewletî ji tedbîrên HSDyê ra piştrast bû ku qanûnî ye û tê da tu binpêkirinên dijî xelkê herêmê tune bû, wekî ku kenalên rejîma Sûrîyayê û opozîsyonê idîa dikin. Di heman demê da, Amerîkayê gelek civîn di navbera HSD û rûsipîyên eşîrên herêmê yên ku destwerdana rêjîm û Îranê di karûbarê wan da red kirin ,li dar xist û bang li HSD û Amerîkayê kirin ku piştgirîyê bidin herêmê da ku bêaramî belav nebe û di encamê da ku herêm bikeve bin serwerîya Îranê.

Ji alîyê xwe ve jî, cîgirê alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich û Fermandarê Operasyona “Ezim El-Selib” di Hevpeymana Navdewletî da   general Joel Foyle, roja yekşema borî civînek bi fermandarîya HSDyê û Encûmena Sûrîyaya Demokratîk û rûsipîyên eşîrên ereban ên Dêra Zorê ra li dar xist, da ku ev alozî bi dawî bibe û rê nedin ku asta şer bilindtir bibe û bibe şerekî navxweyî yan jî herêmî. Her wiha Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê, Ferhad Şamî ji rojnameya El-Şerq El-Ewsetê ya Londonî ra ragihand ku civîn erênî bû û HSD û eşîrên herêmê di yek xetê da ne û  li ser pêwîstîya xurtkirina ewlekarî û aramîyê li hev in. Her wiha, Şamî  dîyar kir ku rûsipîyên eşîrên ereban ên mezin li herêmê helwesteka erênî di têkbirina fitneyê da nîşan dan û bang kirin ku bi dû kesên ku fitneyê dixwzin neçin û li ser berdewamkirina têkoşîna dijî komên ku derbas bûne û kesên ji dervayî qanûnê û hemû kesên ku xwedî projeyên alozî û fitneyê û derbkirina aramîyê ne, piştrast kirin.

Her wiha, çavkanîyan ragihandin ku Amerîkayê gihaşt helwesteka eşkere ji bûyerên li Dêra Zorê û êdî tam dizane rastîya rewşê çi ye û ew piştgirîyê dide hewldanên HSDyê yên birêxistinkirina ewlekarîyê û cezakirina kesên gendel da, lê bi soza ku hîna zêdetir guh bide herêmê û birêveberîya wê ya xwecihî berfireh bike û  bihêle ku berpirs û serpereşt destwedanê bikin di xizmetkirina gel û belavkirina aramî û ewlekarîyê.

HSDyê biryar girt û eşîran piştgirî dan zaroyên xwe:

Li ser erdê, HSDyê ragihand ku wan hemû herêmên ku çekdar tê da belav bûne careka din kontrol kirin, ev yek jî bi destekdayîna gel û birêveberên eşîran ên ku hatûbata Îbrahîm El-Hifil red kirin, pêk hat.

Her wiha, çavkanîyên xwecihî hêrsa gel ji bandora xerabî û talankirina bi zanebûn ku a komên çekdar li dij herêmê û sazîyên wê pêk anîn, ragihandin. Di vê çarçoveyê da, komên çekdar sazî û stasyonên av û alavên giştî, jenetorên  kehrebayê, alavên xizmetguzarîyê yên klînîk û sazîyên çandinîyê dizîn, her wiha Goristana 700 şehîdên Şiêtat jî ku birêxistina DAIŞê sala 2014an ew kuştibûn a li herêma Hecînê ji dizên çekdar neflitî, ku goristan talan kirin û pencere, derî, mukeyif, sêlên enerjîya rokê û raxerên wê dizîn.

Bidawîbûna operasyonê bi zirareka kêm, xelkê herêmê hîna zêdetir gihaşt wê bawerîyê ku divê qanûn serwer be û rê ji milîsên Îranê û Tirkîyayê ra neyê dayîn ku herêmê kontrol bikin. Eşîrên ereban ên Dêra Zorê piştigirî dane zaroyên xwe yên di nava HSDyê da, ku canê xwe feda kirin û bi lehengî şer kirin da ku gelê xwe ji van çekdarên çete xelas bikin. Eşîrên erebên Dêra Zorê, Hesekê û Reqayê guh nedan bangên fitneyê û şerê navxweyî yê ku çeteyên rejîm û Îranê û çeteyên Tirkîyayê dest pê kiriye. Di heman demê da, general û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî piştî hevdîtina wî bi şandeya nûnerên eşîrên ereban li Reqayê, li ser pêwîstîya hevgirtinê ji bo parastina destkeftîyan piştrast kir û hemû bangên fitneyê û şerê navxweyî red kir. Ebdî rûsipîyên eşîran erkdar kir ku bi Îbrahîm El-Hifil ra bikevin peywendîyê û bang li wî bikin ku vegerê warê xwe. Di heman demê da, Ebdî eşkere kir ku HSD di çarçoveya stratejîya xwe ya xurtkirina biratîya navxweyî û belavkirina atmosfêra lêborînê û peywendîyên civakî, niha dixebite ku lêborîneka giştî li ser kesên hatine girtin, derxe.

Eşîrên ereban ên li Dêra Zorê, Hesekê û Reqayê, Rêveberîya Xweser û HSDyê hilbijartin ên ku nûnertîya wan dike û zaroyên wan di nav da hene û parastina jîyan û axa wan dikin û garantîya ku herêmê xwe bi rê ve bibin dide, her wiha rê nade ku biyan û hêzên dagîrker ên derve  û alavên wê herêmê dagîr bikin û wan bikin peya û wekî dagîrkirî bi wan ra bidin û bistînin.

Eşîrên ereban ên li Bakur Rojhilatê Sûrîyayê, red kirin û red dikin ku bibin çeka di destê milîsên Îran an jî “Artêşa Niştimanî”, da ku Tirkîyayê wan rêbike Azrebîcan û Lîbyayê. Eşîrên ereban biryatîya dîrokî bi pêkhateyên din ra û hevkarîya li ser çarenûsa hevbeş hilbijart, ku ev yek azadî û rûmeta wan garantî dike û rê dide ku herêmê û xêrûbêrên xwe bi rê ve bibin. Di heman demê da, eşîrên ereb bangên fitneyê, sorkirin, alozî û şerê navxweyî red kirin û aramî û ewlekarîya bi hevkarên ra hilbijart di nava tecrûbeya wan a niştimanî: Rêveberîya Xweser, di bin parastina hêzên niştimanî yên Sûrîyayê ku nûnertîya nasnameya herêmê û birêveberîya gelê wê dike.

 

The Kurdish Center for Stadies.